Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 11ê Mijdar 2020 ÇARŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

& – Artêşa Tirk a dagirker li Dêrsimê êrîşeke dagirkeriyê da destpêkirin.

&- Însiyatîfa Zarokên Agir li Îzmîr, Konya, Tekîrdag, Balikesîr, Edîrne û Stenbolê rêze çalakî lidar xistin.

&- Li Efrîn a dagirkirî, di encama çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê HREyê de 5 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.

&- PDK ya ku ji bo dagirkeriyê hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, li qadên Dinartê û Sorçiyan ên navçeya Akrê, hewil dide baregehên nû ava bike.

&- Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê xendekan dikole û blokên diwaran jî radike.