Çeteyeke DAÎŞ’ê wê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li hemberî Kurdên Êzidî kiriye li Elmanyayê bê darizandin.
Çeteyeke DAÎŞ’ê wê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li hemberî Kurdên Êzidî kiriye li Elmanyayê bê darizandin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Federal a li bajarê Karslrûheyê, Nûrten J. a ku sala 2015’an çû Sûriyeyê û tevlî çeteyên DAÎŞ’ê bû û li dijî Êzidiyan gelek sûc kir, doz lê hate vekirin.
Jin a çeteyên DAÎŞ’ê ku nehat eşkerekirin bê çend salî ye, sala 2015’an tevî keça xwe ya 3 salî ji Elmanyayê ku welatiya wê bû, çû Sûriyeyê û tevlî çeteyên DAÎŞ’ê bû.
Li gorî daxuyaniya dozgeriyê, sûcdara bi navê Nûrten J. xwedî îdeolojiya DAÎŞ’ê bû ku ‘kolekirina Kurdên Êzidî weke mafdariyê didî’ û di navbera salên 2016 û 2017’an de herî kêm jineke Êzidî weke koleyan bi kar anî.
Çeteya DAÎŞ’ê her wiha bi sûcê şer jî hate sûcdarkirin. Hate ragihandin ku keça xwe ya temenbiçûk bir herêma şer û bi vî rengî wezîfeya dayiktiyê jî binpê kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Nûrten J. bi ‘rêveberekî payebilind ê DAÎŞ’ê’ re zewicî ku ji Elmanyayê çûbû û herî dawî di meha Tîrmehê de ji Tirkiyeyê ber bi Elmanyayê ve hate dersînorkirin.
Li Elmanyayê herî kêm du çeteyên DAÎŞ’ê tên darizandin ku ji ber sûcê li dijî mirovahiyê li Kurdên Êzidî kirine.
Çeteyê bi navê Taha El Cûmalî yê welatiyê Iraqê, tevî kuştinê her wiha bi tîhiştina keçeke Êzidî bû sedema mirina wê, lewma bi sûcê qirkirinê ji meha Nîsanê ve li Frankfûrtê tê darizandin.
Hevsera vî kesî ya bi navê Jennîfer Wenîsh jî ji heman sûcî li Munchenê tê darizandin. Jineke bi çeteyekî DAÎŞ’ê yê ji Tûnisê re zewicî meha derbasbûyî, ji ber ku jineke ciwan a Êzidî li Rojava weke kole bi kar anî bû bi 3.5 salan hatibû cezakirin.