Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê li hev kom bûn û bi pankart û dirûşman ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Ciwanên endamên TCŞ’ê li dijî hevkariya PDK û dewleta Tirk a faşîst, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê meşiyan.

Ciwanan ji ber gar a trenê dest bi meşê kirin û pankartên bi nivîsa “Bimire xiyanet” û “Ji bo azadiya Serok Apo bi hev re serhildan” hildan.

Meşê saetekê dewam kir û dirûşmên “Azadî ji Ocalan re”, “Kujer Erdogan” û “Ciwan fedayiyên Apo ne” hatin qîrîn.

Meşa bi meşaleyan ku bi dirûşma “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, bi hev re serhildan” pêk hat, li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li heman banliyoyê bi dawî bû.