Em di rojên salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya Navneteweyî re derbas dibin. Gelê Kurdistanê û dostên wan jî di vê salevegerê de komploya navneteweyî li meydanan bi xwepêşandanên girseyî lanet û protesto dikin. Hêzên navneteweyî yên komploger û hevkarên wan jî êrîşî van bertekên demokratîk dikin. Êrîşên dewletên Ewropa ku di komployê de roleke wan a aktîf hebû, yên li hemberî kurd û dostên wan vê rastiyê radixe ber çavan.

Di ser komploya navneteweyî de 20 sal derbas bûn. Komploya ku roleke DYA û Îsraîlê ya girîng tê de hebû û dewleta tirk jî paşê tev lê bû, dewletên mîna Yewnanistan, Rûsya û hwd. tev lê bûn. Di plansaziya komployê de, roleke girîng a civîna ku li DYA’ê hatibû lidarxistin û PDK û YNK jî tev li bûbûn hebû. Dikarin bêjin ku bi vê civînê komplo hatibû destpêkirin. Di 9’ê cotmehê de komplo ketibû meriyetê û rêber Apo mecbûr mabû ku ji Sûriyeyê derkeve.

Gelê Kurdistanê jî bersiv dabû komployê û ji bo xwedîderketina Rêberê xwe li her cihê ku lê bû derketibû meydan û kolanan û mafê xwe yê herî demokratîk bi kar anîbû. Lê belê hêzên komploger xwe li van bertekan ranegirtin êrîşên xwe berdewam kirin û sûcên xwe mezintir kirin. 20 sal e jî ev êrîşên wan berdewam in. Tecrîda ku 4 sal e bi awayekî sîstematîk û giran li ser rêber Apo pêk tînin jî awayê êrîşên wan ên roja me ya îro nîşan dide. Çawa ku bi komployê rêber Apo kirin armanc, îro jî dîsa rêber Apo kirine armanc. Bi taybetî jî helwest û bêdengiya CPT’ê ku tecrîda girankirî êrê dike, mînaka vê ya herî şênber e.

Gelê Kurdistanê û dostên wan bi komplo û sedemên wê baş dizanin. Ev rastî ne tenê ji bo gelê Kurdistanê û dostên wan ji bo herkesî derbasdar e. Lewra ew jî bi sedemênên komployê dizanin. Ji ber vê jî di pêvajoya niha ku em tê de ne de ji xeynî hêzên ku di komployê de cih girtine û hevkarên wan her kes li hemberî komployê hestiyar bûye û êdî bertek nîşan didin û fikrên xwe tînin ziman. Zêdebûna eleqedarî û tevlêbûna civîn û çalakiyên qada navneteweyî ên ku li hember komployê tên lidarxistin vê rastiyê nîşan dide.

Bêguman zêdebûna bertekên li hemberî komployê yên navneteweyî tişteke erênî ye. Lê belê fikrên têrdîtina van bertekan jî xapînokî ye. Di vê rewşa heyî de divê bi rê û rêbazên cuda çalakîyên bi bandor werin lidarxistin.

Wexta ku Komploya 9’ê Cotmehê hatibû lidarxistin gelê Kurdistanê û dostên wan bertekên wan bi derketina meydanan nîşan dabûn. Heta ku agahiyek di der barê rêber Apo de bi dest bixin bi hefteyan û mehan ev berdewam kiribûn. A rast ev bertekên gel ên li hemberî komployê rê û rêbazên ku divê werin bikaranîn dan nîşandan. Ew bersivên ku hatin dayîn îro jî derbasdar in.

Di salvegera komploya navneteweyî de divê encamên ku bên derxistin û mijarên ku li serê bê sekinandin jî ev rastî ye. Ji ber vê jî divê helweta li hemberî komployê bi salvegerê neyê bi sînorkirin, di hemû rojên salê de û di her kêliyê de têkoşîna li hemberî komployê pêk were.

Divê neyê jibîrkirin ku hêzên komploger komployê bi vê rojê sînordar namînin. Berevajiyê vê rastiyê hêzên nevneteweyî yê komploger her tim li hemberî rêber Apo komployê berdewam dikin. Ji ber vê jî komploya navneteweyî li dijî rêber Apo wek êrîşekê tê bikaranîn. Di vê salvegerê de divê bersiva ki bê dayîn jî ligorî vê rastiyê be.

Wexta ku komplo dest pê kir gelê Kurdistan û dostên wan bêyî ku li benda bangekê bisekinin meydanan tije kiribûn. Di salvegera komployê de ev 4 sal e ku li hember rêber Apo tercîdeke pir giran pêk tînin. Li hemberî vê divê bertekên ku di destpêkê de hatin nîşandan dîsa bên nîşandan. Ev jî bi tijekirina meydan û kolanan e da ku têkilî bi rêber Apo re diyalog pêk were..

Cûmalî Dogan