Êrîş di salvegera peymana 11’ê Mijdarê ya 1918’an ku şerê cîhanê yê yekemîn bidawî kir de pêkhat.

DAÎŞ’ê ku êrîşa bi bombe girte ser xwe diyar kir ku ev êrîş di dema sefîrên piraniya welatên Ewropî kom bibûn pêk hatiye.

Di êrîşa li  hemebrî goristana yên ne misilman de erkdarekî yê sefareta Yewnanîstanê û polîsekî yê Suudiyê sivik birîndar bibûn.

Sefîrên Fransa, Yewnanîstan, Îtalya, Îngîltere û DYE’yê di merasîmê de daxuyaniyeke hevbeş dan û êrîş şermezarkirin.

29’ê Mijdarê welatiyeke Suudî piştî ku Charlie Hebdo karîkatora pêxemberê Îslamê Mihemed di rojnameya mîzahê ya Fransayê de weşandibû, erkdarekî sefareta Fransayê ya li Cîdeyê hatibû kêrkirin.