Komîteya Çareseriya Qeyranê ya KNK’ê, ku piştî bicihbûna hêzên çekdar ên PDK’ê li nêzî qadên gerîla û rûdana aloziya ji ber vê yekê ava bû, li dijî şerekî gengaz ê li herêmê dest bi kar kir.

Têkildarî Komîteya Çareseriya Qeyranê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî aloziya li Başûrê Kurdistanê rû da, wan Komîteyek Çareseriya Qeyranê di 4’ê Mijdara 2020’an de ava kiribûn û komîte ji wê rojê ve bi erk û berpirsyariya xwe radibe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku komîteyê di asta herî jor de pêwendî bi piraniya partî, rêxistin û kesayetên Kurdistanî re daniye, rewş li gel wan nîqaş kiriye, ji bo çareseriyê jî pêşniyarên wan wergirtiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em xweşhal in ku ev partî, rêxistin û kesayet ji bo çareseriya vê aloziyê weke me difikirin. Piştgiriyê didin karê me yê di vî warî de û alîgirê diyalogê ne.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şandeyek ji KNK’ê ya bi serokatiya Hevserok Ahmed Karamûs çû Başûrê Kurdistanê, dest bi hevdîtinan kir û hate gotin, “Ji bo diyalog û aştiyê li herêmê însiyatîfên cuda ava bûne. Heyeta KNK’ê wê pêwendiyê li gel wan însiyatîfa jî deyne û hewl bide bi wan re karekî hevbeş bike.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komîteyê biryar dabû di demeke nêzîk de bi beşdariya nûnerên partî, rêxistinên Kurdistanî û kesayetan li ser tora Zoomê şêwreke berfireh pêk bîne û amadekariyên vê yekê dewam dikin.

Di daxuyaniYê de bang li partî, rêxistin, kesayet û gelê Kurdistanê hemûyan hate kirin ku helwesta xwe ya ji bo aştiyê û diyalogê dewam bikin û piştgiriyê bidin hewlên aştî û diyalogê.