Li ser rêya Wan-Erdîşê mînîbûsek qulibî, 2 kes mirin û 31 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Wan-Erdîşê mînûbûsa ku penaber tê de bûn qulibî. Ji 33 penaberan 2 jê mirin, 31 birîndar bûn. Piştî ku agahî hate dayin ekîbên tendiristiyê çûne cihê rûdanê.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Beriya bi çendekê dîsa li Erdîşê qeza bûbû û 8 penaber miribûn.