Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13ê Mijdar 2020 ÎN,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..
&- Ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û daxwaza azadiyê bikin, li bajarên Bîelefeld, Darmstad û Kasel ên Elamanya û paytexta Avûstûrya Viyenê çalakî hatin lidarxistin.
&- KCKê şehîdên Kurdistanê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî.
&- Di encama çalakiyên gerîlla de herî kêm 6 leşker hatin kuştin.
&- 1506 rewşenbîrên Kurd bi danezaneke hevpar, diyar kirin ku şerê navxweyî ji bo Kurdan tofan e û banga diyalogê li hemû hêzan kirin.
&- Parlementoya Danîmarka êrîş û dagirkeriya desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kir.