Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakî li dar xistin.

Çalakî bi dirûşma “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Bi hev re Serhildan” roja Yekşemê saet di 16:00 de li qada Parc Longchampê dest pê kir.

Ciwanan pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” ya bi wêneyekî Rêberê Gelê Kurd AbdullaH Ocalan li pêşiya avahiya dîrokî hildan.

Di çalakiyê de faşîzma dewleta Tirk jî hate şermezarkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hate kirin. Çalakiyê nêzî nîv saetê dewam kir.