Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 16ê Mijdarê 2020 DÛŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Guhdarên hêja, em ê bûltena rojî pêşkêş bikin. Dem dema azadiya Rêber Ocalan e,
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.
&- Malbata Rêberê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
&- Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê’ de li bajarê Elmanya Koln û bajarê Fransa Marsîlyayê pankart hatin daliqandin.
&- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, bi peyamekê, Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir.
&- Navenda ragihandin û çapmeniya HPG bi daxuyaniyek şehîd Dara, Azad, Şerzan, Rumet û Erdan bibîr anî.
&- Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Ismaîl Surgeç bi nasnav Yilmaz Dersîm ku di operasyona artêşa Tirk a dagirker de li Geliyê Axvanosê ya bi ser Dersimê ve, şehîd bûyî, spartin axê.
&- TJK-E’yê têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got; wê bi kampanyaya bi navê ‘100 sedemên ji bo darizandina dîktator’ hesab ji Erdogan bê pirsîn.
&- Doh salvegera darvekirina Rêberê serhildana Dersîmê, Seyît Riza û hevalên wî ku beriya 83 sal li Xerpêtê hatin darvekirin hatin bibîranîn.