Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Xiso diyar kir ku hevdîtinên yekîtiyê yên navbera PYNK û ENKS’ê sist bûne û bal kişand ser faktora Enqereyê. Xerîb Hiso got, “Divê ENKS bipejirîne ku cihê çareseriyê Qamişlo ye.”

Hevserokê Meclîsa Rêveber a TEV-DEM’ê Xerîb Hiso diyar kir, ku piştî hevdîtinên bi ENKS’ê re dest pê kirin, diyaloga bi Şamê re qut bû û di vê mijarê de bal kişand ser bandora têkiliya Tirkiyeyê ya bi ENKS’ê re.

Hevdîtinên yekîtiya neteweyî yên navbera Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ên li Rojava (PYNK) û ENKS’ê ku destpêka vê salê dest pê kirin, ji ber rabûna ENKS’ê ya li ber perwerdeya bi Kurdî, sîstema hevserokatiyê û Rêveberiya Xweser, bi pêş ve naçin. Heyetek ji ENKS’ê hefteya derbasbûyî careke din li Enqereyê bi rayedarên Tirk re rûnişt, ku ev yek di nava gel de bû sedema fikar û gumanan. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) Xerîb Hiso hevdîtinên yekîtiyê yên navbera PYNK û ENKS’ê ji ANF’ê re nirxand.

Xerîb Hiso bi bîr xist ku hevdîtinên ji bo yekîtiyê yên li Rojava nêzî saleke dewam dikin û anî ziman ku raya giştî ya Kurd piştgiriyê dide hevdîtinan û bandoreke erênî kirine. Xerîb Hiso diyar kir ku hevdîtin car carna gihîştibin ber xitimînê jî bi nêzîkatiya bi sebir a aliyan hatine dewamkirin.

GEL JI ÇÛYÎNA WAN A BER BI ENQEREYÊ ACIZ E

Xerîb Hiso destnîşan kir ku sedema sereke ya xitimînê hin daxuyaniyên ne di cih de û hevdîtinên bi hin welatên herêmê re ne û bal kişand ser serdanên ENKS’ê yên li Enqereyê. Xerîb Hiso got, “Piştî her hevdîtinê ENKS berê xwe dide Enqereyê, li wir daxuyaniyan dide, hin wêneyan dikişîne, ku ev yek bandoreke neyînî li hevdîtinan dike. Ne tenê em, her wiha civak jî ji vê yekê aciz e. Civaka Kurd, dewleta Tirk weke dijmin û welatekî dagirker dibîne. Cihgirtina ENKS’ê li kêleka vê hêza dijmin û dagirker, tevlîbûna wan li nava planên dagirkeran, di nava gel de dibe sedema nerazîbûnan.”

TÊKILIYA WAN A BI ENQEREYÊ RE DIBE PIRSGIRÊK

Xerîb Hiso got, “Beşeke mezin a civakê hîn jî baweriya xwe bi ENKS’ê nîne, bi guman nêzîk dibe. Pratîka wan a dema bihurî, rola wan a li dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di nava civakê de dibe sedema gumanan” û wiha dewam kir: “Piştî her hevdîtinê ENKS diçe Tirkiyeyê. Ev yek tê çi wateyê? Xuya ye diçe agahiyê dide dewleta Tirk. Bi perspektîfên ji wan wergirtî şert datînin ser hevdîtinên li vê derê. Gelo hevdîtinên ji bo yekîtiya Kurdan wê bi agahîdarkirina dewleta Tirk û perspektîfê ji wan bi rê ve biçin? Ev hemû pirsgirêk in.”

DEWLETA TIRK JÎ LI DIJ E

Hevserokê TEV-DEM’ê dijberiya ENKS’ê ya li perwerdeya bi Kurdî, sîstema hevserokatiyê û Rêveberiya Xweser nirxand û got, “Dewleta Tirk li dijî zimanê Kurdan e, li dijî demokrasiyê, azadiya jinê û şoreşê ye. ENKS jî van daxwazên wan di hevdîtinan de weke şert datîne holê.”

BI RASTÎ JÎ ÇI DIXWAZIN?

Hevserok Xerîb Hiso diyar kir, dema ku bi ENKS’ê re mijareke biçûk jî tê nirxandin, yekser dibêjin ‘divê em bi organên xwe yên rayedar bişêwirin’ û got, “Bi dagirkeran dişêwirin. Bi rastî jî ENKS çi dixwaze, em bi wê nizanin. Dema ku em daxwazên wan jî qebûl dikin diçin bi dewleta Tirk dişêwirin. Ji ber vê yekê em nizanin ku çi dixwazin. Gelo hûn dixwazin bibin hevparê van nirxan, vê şoreşê yan jî bibin hevparê dagirkeriyê û dijmin?”

HEVDÎTINÊN BI ŞAMÊ RE ÇIMA RAWESTIYAN?

Xerîb Hiso destnîşan kir ku ev nêzîkatî bandoreke neyînî li hevdîtinên ji bo yekîtiyê dike û bi bîr xist ku piştî destpêkirina hevdîtinên bi ENKS’ê re hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên bi rejîma Şamê re rawestiyan. Xerîb Hiso di vê der barê de got, “Mesela, beriya hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî Rêveberiya Xweser bi rejîma Sûriyeyê re hin hevdîtin dikir. Di navbera herdu aliyan de diyalog hebû, lê belê piştî ku hevdîtinên ji bo yekîtiyê dest pê kirin, hevdîtinên navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Şamê rawestiyan. Sedema vê çi ye? Ji ber ku ENKS dewleta Tirk ferz dike. Helwesta ENKS’ê ji her aliyan ve dibe sedema xitimînê.”

CIHÊ ÇARESERIYÊ QAMIŞLO YE

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso got, “Em dixwazin vê yekê ji xwişk û birayên xwe yên ENKS’î re bêjin” û wiha dewam kir: “Ya esasî hevdîtinên li Qamişloyê ne. Îradeya me Kurdan û gelên herêmê li Qamişloyê tên temsîlkirin. Cihê çareseriyê Qamişlo ye. Ne Enqere, Stenbol an jî Dîlok e. Qamişlo dikare pirsgirêkan hemûyan çareser bike. Em ji dil vê yekê ji ENKS’ê dipirsin: heta niha we çi fêde ji dewleta Tirk dîtin? Ji bilî dagirkerî, zilm, neheqî û bêbandorkirina we gelo we çi fêde dîtin? Dewleta Tirk wan weke amûreke bikaranînê dibîne. Em hêvîdar in ku ew ê jî êdî vê bibînin û bipejirînin û têbigihêjin ku cihê çareseriyê Enqere, Stenbol û Dîlok nîne, cihê çareseriyê Qamişlo ye.”

ENKS’Î HEMÛ BI HEMAN NÊRÎNÊ NÎNIN

Xerîb Hiso destnîşan kir ku ENKS’iyên li Rojava siyasetê dikin, li Rojava dimînin û ENKS’iyên li Tirkiyeyê yan jî devereke din siyasetê dikin û li wan deveran dimînin, ne xwedî heman fikrî ne û got, “Bi dîtina min ENKS’î hemû bi heman fikrî nînin. Mînak, ên li vê derê di nava saziyan de cih digirin, tevlî saziyên xizmetê bûne û li vir dimînin. ENKS’iyên li Tirkiyeyê îradeya yên din jî desteser dikin. Di her gava wan de berjewendiyên dewleta Tirk li pêş her tiştî ye. Yên li vir vê ykeê baş dibînin. Şaşitiyan baş analîz dikin, lê belê ji ber ku tiştek ji destê wan nayê bêdeng dimînin.”