Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 5’ê Kanûnê de li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê meşekê li dar bixe.
Rêxistina TCŞ a Stûttgartê ragihand ku çalakiya li Stûttgartê wê di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, bi hev re serhildan” bê lidarxistin.
Meşa rêxistina ciwanan wê di 5’ê Kanûnê de saet 15:00 li Laûtenschlagerstrasseyê dest pê bike.
TCŞ’ê bang li ciwanên Kurd ên li Elmanyayê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.