Dede yê HDP’yî li ser berdana polîsên ku Kemal Kurtkut qetil kirin got, ”Hêzên ewlehiyê ku bi zirxê necazakirinê mirovan qetil dikin ji hêla desthilatê ve têne parastin.”

Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirs, Umît Dede, têkilî berdana polîsên ku ciwanê kurd Kemal Kurkut qetil kirin daxuyanî da û got, ”Hêzên ewlehiyê ku bi zirxê necazakirinê mirovan qetil dikin ji hêla desthilatê ve têne parastin û weke lehengan têne nîşandn, qatilên din teşwîqa dikin.”

Dede her wiha bi bîr xist, ji bo nûçegihanê ku bi wêneya qetilkirina Kurtkut nîşan dide 20 sal ceza tê xwestin û got, ”Vê biryarê a ku di darazê de li nav mînakên biêş ên polîtîkayên necezakirinê ne, careke dî dad, aştiya civakî, hîsa dadê û wijdanê civakê qetil kiriye.”