Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 19ê Mijdarê 2020 PÊNŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Di çerçoveya Kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ de Kurdistaniyên li Ewropayê li gelek bajaran di nava çalakiyan dabûn.

&- Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Têkoşer, li Ranya û herêma Raperîn, li Kerkûk û Kelarê, pankartên ‘PKK gel e, gel li vir e’ li gelek cihên cûda yên bajêr daleqandin.

&- Navenda Ragihandina HPGe destnîşan kir ku Hêzên Hewayî yên Şehîd Delal ji hewayê ve darbeyên giran li hêzên Artêşa Tirk ya dagirk xistin.

&- arteşa Tirk ya dagirker li ser xeta sînor ya di navbera herêma Metînayê amedekariyan dike ku di van rojan de destpê tevgerekî dagirkeriyê bike.

&- Li Efrînê 9 dagirkerên dewleta Tirk di encama çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de hatin kuştin.

&- Li Qamişloyê di encama operasyona QSDê de, 2 çêteyên DAÎŞê hatin girtin.