Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 20ê Mijdarê 2020 ÎN,
Li Amedê saet 10:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Di çarçoveya kampanya ya azadiya Rêber Abdulah Ocalan de li gelek bajarên Awropayê çalakiyên daliqandina pankart û afîşan hebû.
&- Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal çalakiyên gerîla nirxandin û got: gerîlayên Kurdistan îrade û hêza berxwedanê nîşanî dijmin da û bi vê yekê jî danî holê ku wê dijmin têk biçe
&- Yekîneyên Tolhildanê di navbera 1 û 16 mijdarê de li Wan, Amed, Batman, Îzmîr, Agirî, Sêrt, Stenbol, Edene û Mersînê li dijî polîsên dewleta tirk û nokeran rêze çalakî pêk anî.
&- Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî şîddeta mêran gelek çalakî li darxistin û bi daxuyaniyekê agahî dan.