KCDK-E ya ku nerazîbûn nîşanî Romanya da ku welatparêzên Kurd radestî Tirkiyeyê kir got: “Romanya xeteriya li ser jiyana Kurdan zêdetir kir” bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bikevin tevgerê.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-‘yê têkildarî welatparêzên Kurd ên Romanya radestî dewleta Tirk kir, daxuyaniyek da û ev got:
“Romanya nêzî 40 Kurdên ku jiyana wan di xeteriyê de û bi zorê li balafirên swar kirin û teslîmî Tirkiyeyê kir. Rayedarên Romanya di encama têkiliyên xwe yên siyasî yên qirêj welatparêzn Kurd dersînorî Tirkiyeyê kirin û bi vê yekê xeteriya li ser jiyana wan zêdetir kir.
Mafê jiyan û stirînê ya NY’yê xisiye bin garantiyê binpê kiriye û kirine qurbanê têkiliyên xwe yên qirêj. Hikûmeta AKP’ê ya dijminê Kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê li her dera ku Kurd û nirxên Kurdan lê ye, bi rêbazên qirêj êrîş dibe ser, polîs û leşkerên ku Kurdan qetil jî dikin xelat dikin. Herî dawî polîsê ku ciwanên Kurd ê xwedekarê zanîngehê Kemal Kûrkût qetil kiribû hate berdan û ji bo rojnamevanê ku nûçeya wê amade kirî jî 20 sal ceza birî.
Dewleta Tirk êdî ne tenê li Kurdistanê û herêmên wê belkû li derveyî welat bi taybet li Ewropayê bi MÎT û çeteyên DAÎŞ’ê li dijî Kurdan û muxalefetê avaniyên peremilîter ketine tevgerê. Hewldanên çeteyan ên di bin navê mizgeft û sefaretxaneyan de tên kirin, niha li Romanyayê jî tên pêşxistin.
Kurdên ku ji bo îlticaya siyasî berê xwe dane Ewropan ji bo ji kuştin û êşkenceyê rizgar bibin, radestkirina wan a dewleta Tirk bi vekirî tê wateya destek û hevkariyê. Kurdên ku ji ber zilm, zext, êşkence û qetlîamên dewleta Tirk reviyan berê xwe dan Ewropayê radestkirina wan a Tirkiyeyê, tê wateya cesaret dayîna polîtîkayên dewleta Tirk a li Kurdistan, Qafqasya, Behra Spî û herêmên din.
Bang li Romanya dikin ku dev ji van hewldan û kiryarên ku nirxên mirovan û hiqûqa navneteweyî binpê dike, berde. Divê ji niha û şûn ve tu Kurdistanî radestî dewleta Tirk a dijminê Kurdan neke.
Em KCDK-E bang li hemû raya giştî, dewletên Ewropa, rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî dikin ku gav bavêjin û welatên Ewropayê ji bo tu Kurdistanî û muxalîf radestî dewleta Tirk nekin bikevin tevgerê.”