Seyîd Riza û hevalên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bidarvekirin, li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê bi civînekê hatin bibîranîn.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê, di civîna roja Înê hate kirin de helbestên ji bo Seyîd Riza hatibûn amadekirin hatin xwendin.
Her wiha di civînê de sînevîzyonek ku têkoşîn û heta roja bidarvekirinê ya Seyîd Riza û hevalên wî vedibêje hate nîşandan.
Civîna ku saet 18:00’an hate kirin ji Komîteya Jinûve Avakirina Dersimê Mûstefa Şen axivî bal kişand ser polîtîkayên îmha û qirkirinê ku ji roja Qetlîama Dersimê destpê kirî heta niha jî didome.
Şen anî ziman ku ev zilm nehatiye guhertin, gelê Kurd li ber zilmê stûyê xwe xwar nekiriye, yên li piştî Seyîd Riza mane çanda berxwedanê didomîne. Şen destnîşan kir ku heta Kurdistan azad nebe wê berxwedan û hêvî neqedin.