Meclîsa Jinan a FEDA’yê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê agirê berxwedana sor a ku jinan bi bedena xwe mezin kirine, geş bikin.
Meclîsa Jinan a Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de çîroka xwişkên Mîrabel hate bibîrxistin û hate gotin, “Ji wê rojê ve komkujî û zilma faşîzma mêr a li dijî jinan neqediya ye. Di heman demê de raperîna jina a ji bo maf, edalet û azadiyê jî dewam kir.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “25’ê Mijdarê êdî ne tenê rojeke, kêliyeke berxwedanê ye ku bênavber têkoşîn lê dibe. Navê serhildana li dijî mêtingerî û zordariyê ye. Li dijî bêedaletiyê em ê bibin şûrê edaletê, li dijî zilmê em ê li ber xwe bidin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê agirê berxwedana sor a ku jinan bi bedena xwe mezin kirine, geş bikin.