BEDLÎS – Li gund û mezrayên navçeya Hîzanê ya Bedlisê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Walitiya dewleta Tirk a dagirker li Bedlisê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gund û mezrayên Hîzanê ya Bedlisê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Walîtiyê anî ziman ku li gundê Doyumlu û mezrayên girêdayî wê bi sedema operasyona leşkerî ji aliye artêşa Tirk a dagirker ve bê lidaxistin qedexeya derve hatiye îlankirin.
Walîtiyê da zanîn ku ji saet 05.00’ê 14’ê Cotmehê heta 15’ê Cotmehê saet 06.00’an qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.