Cenazeyê şehîd Abdullah Koçak beriya ku encama testa DNA’yê eşkere bibe li goristana bêkesan hate veşartin.

Di 28’ê Îlonê de li herêma Herekolê ya Sêrtê, şer qewimî bû. Di vî şerî de 5 gerîlayên HPG’ê şehîd bûbûn ku yek ji wan jî Abdûllah Koçak bû. Piştî ku malbata wî pê hesiya, ji bo cenazeyê lawê xwe bigire diçe nexweşxaneyê. Bav Mehmet Alî Koçak, di 29’ê Îlonê de ji bo cenazeyê kurê xwe bigire ji bo DNA’yê xwînê dide. Lê belê bêyî ku encama DNA’yê diyar bibe di 2’yê Cotmehê de cenaze li Goristana Zevyeyê li devera bêkesan tê definkirin. 40 roj şûnde jî encama DNA’yê diyar dibe. Lê belê çendî ku DNA li hev derketiye jî cenaze nedane malbatê.  

Koçak, ji bo cenazeyê kurê xwe wergire çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û ji bo DNA’yê xwîn daye. Çendî ku encama DNA’yê ji sedî 97.9 pozîtîf derketiye jî cenaze nedane wî.

Bav Koçak, diyar kir ku piştî xwîn daye bi 15 rojan xwestiye li aqûbeta encama DNA’yê bipirse û got, jê re gotine cenaze li morgê ye. Bav Koçak, anî ziman ku xwestine cenaze wergirin lê belê nedane wan û got, li ser vê serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê daye. Bav Koçak got: “Bersiva daxwaznameyê nehat. Piştî 40 roj derbas bû encama DNA’yê diyar bû. Di encama DNA’yê de nivîsandibû ku ji sedî 97.9 li hev derketiye. Min xwest cenaze li gor wecîbeyên olî veşêrim. Lê nedan. Cenazey kurê min di 2’yê Cotmehê de li goristana bêkesan veşartin.” 
 
Koçak got: “Nahêlin em cenazeyê xwe veşêrin. Çima hûn nahêlin? Kurê min miriye. Mirov ji kîjan dînî, ji kîjan miletî dibe bila bibe, piştî mir ferq nake. Ma mirov tiştekî wiha tîne serê cenazeyekî?” 
 
Koçak, destnîşan kir ku tiştên xirab li cenazeyan tê kirin û bang kir ku pêşî li ber van êrîşên li cenazeyan tên kirin bê girtin.