Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 26ê Mijdarê 2020 PENŞEM,
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê saet 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya Gel bi daxuyaniyeke niviskî salvegera 42an a damezirandinê ya PKKê pîroz kir.

&- Rojnamevan Erdogan Altan, diyar kir ku li Herêma Kurdistanê amadekariyên şer tên kirin û got; ji bo pêşî li ber vê bê girtin divê PDK diyar bike ku ji bo diyalogê amade ye.

&- Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) 42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û ragihand ku PKK eniya herî mezina a neteweyên bindeste.

&- Çekdarên PDK doh bendeke din ya kontrolê li gundê Qumriyê avakirin.

&- Piştî lihevkirina Bexda- Hewlêr û Enqereyê, sewqiyata leşkerî ya ber bi Şengalê ve zêde bû. Di nava 2 rojan de herî kêm 8 hezar leşker û çekdar hatin şandin.