Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê, qedexeya li ser PKK’ê di salvegera 27’an de bi meşekê hate şermezarkirin û daxwaza rakirina qedexeyê hate kirin.
Meşê saet di 18:00 de li ber gar a trenê ya navendî piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û li Kesselbrîngê bi mîtîngekê bi dawî bû.
Bi sedan Kurd, endamên koma antî faşîst a Elman tevlî çalakiyê bûn.
Bi navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ew dixwazin qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin ku ji sala 1993’an ve dewam dike.
Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.