Bi sarbûna hewayê re gelê ku bihayê komir, gaza xwezayî jî li ser mesrefa wan zêdetir bûyî, li ber krîza aborî êdî nikarin pêwîstiyên xwe yên bingehî bi cih bîne, esnaf û dikandar jî ji ber nikarin tiştekî bifiroşin jî gazincan dikin.

Li gel bihabûna jiyînê, bêkarî û paketên zamê re dîsa şewba pandemiyê û sarbûna rewşê re sera û cotkarên ji vê bandor bûn, kir ku êdî gel nikarin ji ber bihabûna fêkî û zebzeyan tiştekê bibin mal. Li aliyekî dikandar û esnafên nikarin tiştekî bifiroşin û li aliyê din welatiyên dadikevin sûkê ji ber bihabûna tiştan dest vala dimînin.

Bi sarbûna hewayê re welatiyên ku mesrefa gaza xwezayî û komirê jî li ser zêde bû, nerazîbûn nîşanî rewşa aborî ku rêveberên hikûmetê xistiye vî halî dan.

Li sûka li Semta Ofîs a navçeya Yenîşehîr a Amedê me bi esnaf û gel re axivîn.

Esnafê bi navê Ahmed Hasan Îlan diyar kir ku li ber bihabûnê gel êdî nikare tiştekî bigire, bal kişand bihayê fêkî û zebzeyan bûye duqat. Îlan ê ji ber nefirotina tiştekê bi gazinc e, yek ji sedemê bihabûnê jî bi bilindbûn û nizimbûna borsayê ve girê da.

‘HER ROJA DIÇE XWEZÎ LI ROJA BORÎ DIXWAZIN’

Esnaf Kadrî Erol jî diyar kir ku krîza aborî gihaye wê astê ku nayê veşartin û destnîşan kir ku her roja diçe xwezî li roja din dixwazin. Erol got: “Ne dikandar û ne jî gel dikenin. Hejar hê hejartir bû, dewlemend jî dewlemendtir bû. Êdî kes nikare tiştekî bikire. Her kes vê dizane, her kes jî dibîne. Her tişt zelal li ber çav e. Êdî pêwîstî bi nirxandinê jî tine. Lê binêrin sûk ev e. Dev ji sala borî ber din, her roj heta her saet û kêliya diçe em xwezî li ya borî dixwazin.”

‘PERÊ MIN TÊRÊ NAKE, MA ÇI BIKIM?’

Welatiya bi navê Suphiye Akgûl a hatibû bazarê diyar kir ku sal li ser rojên ku ji sûkê kîs tije tişt divegeriyan re derbas bû. Akgûl li pêşberî mesrefa ku bi hatina sermayê re zêde dibe hêviya wê ew e ku demildest dawî li krîza aborî bê û got: “Ez hatibûm sûkê firîngî, bîber, petat, sêv û mandalîne bigirm; lê perê min têrê nake, çi bikim. Berê bi 50 lîrayî min dikarî pêwîstiyên xwe hemû bigirm. Lê niha nikarim. Bi vî perî êdî tiştek nayê kirîn. Ti meaşekî min jî nîne. Hevjînê min jî nexweşê diyalîzê ye. Niha rewşa dikandar û welatiyan hema ne.”

‘BIHA PIR BILIND IN’

Husnu Okmen jî anî ziman ji ber bihabûna sûkê kirîn û firotin rawestiyaye û bang li hikûmetê kir ku ji krîzên aborî berpirs nîşan da û vexwend erka wê û got: “Bihayên sûkê bûne du qat. Li gorî sala borî biha pir zêde bûne. Sedemê vê jî krîza aborî ya kûr û zêde dibe ye. Pirsgirêk diyar e. Weke kesek esnaf ji bo çareseriya pirsgirêkê bang li hikûmetê dikim. Divê tedbîrên pêwîst bigirin.”

‘MEZAXTINÊN ŞER SEDEMÊ KRÎZÊN ABORÎ NE’

Welatiyê bi navê Îzettîn Çelîk ê hatibû bazarê jî anî ziman ku sedemê krîzên aborî mezaxtinên dewletê yên ji bo şer in û got: “Rewşa gel li holê ye. Her kes perîşan e. Cihê min lê kar dikir, kirin taybet û dawî kirin. Pir zehmet bûye ku heqê malê, perwerdehiya zarokan û pêwîstiyên bingehîn bên dayîn. Rewş pir wahîm e. Li ser hev zam tên dayîn. Ji bo her tiştî zam tê. Nirxê 50 lîreyê ku berê me kîsek tije dikir niha 5 lîre ye.”