Li Denîzliyê vê sibehê di operasyonên qirkirina siyasî de 4 jin hatin destgîrkirin.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Denîzliyê di destê sibehê de operasyonên qirkirina siyasî hate kirin. Di vê operasyona qirkirina siyasî de çalakvana TJA’yê Cevahîr Kayar, Hevseroka HDP’ê ya bajarê Denîzliyê Hande Ozkan, Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Şerîfe Yildirim û Hazal Dîler hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin ku her 4 jin birine Şaxa TEM’ê ya Denîzliyê.

Hate diyarkirin ku di serdegirtina malê de alavên mala Cevahîr hatine belavkirin û bandoreke neyînî li zarokan bûye.