Girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê ketine greva birçîbûnê peyama ‘Heta tecrîd bi dawî nebe em ê di nava berxwedanê de bin’ dan.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bi dorveger a girtiyên PKK’î û PAJK’ê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 6’an de ye. Çalakî jî ji aliyê  komên duyemîn ve hate dewirgirtin.

Girtiyên bi navê Ela Kamiş û Hîvda Çelebî yên li Girtîgeha Tîpa ME a Beybûrtê rehîn tê ragirtin, gireva biçîbûnê ji Sîbel Kaya û Şehrîban Akdere yên di nava kom duyem de bûn dewir girtin.

‘BAWERIYA GELÊ ME HÊZÊ DIDE ME’

Peyama jinên ku çalakî dewir girtin wiha ye:

“Di dema grevê de moralê me zêdetir e. Ji bo hemû cihî armanca xwe ya grevê me ragihandiye. Heta tecrîda li ser Rêbertiyê bi dawî bibe wê greva me bidome. Têkiliyek xurt a me bi gelê me re heye. Hêviya gelê me, wê zêdetir hêvî û hêzê bide me.”