Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 2ê Kanûnê 2020 ÇARŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.
&- Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, koma duyemîn dewirgirt.
&- Hevserokê giştî yê HDP Mithat Sancar, bersiv da hewldan û gotinên desthilatdariyê yên derbarê reforma hiquqê de û got; Di lêgerînek ciddî de, divê teqeze Imralî li ber çavan werê girtin.
&- KCDK-Ewropayê bang kir ku 5’ê Kanûnê ji bo xwedîderketina li Şengalê wê çalakî werin kirin û banga tevlêbûna li çalakiyan kir.
&- Milîsên Tolhildanê yên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan -HBDH, di dawiya meha Mijdarê de li dijî mînîbûsa polîsên qaşo hêza pola, li Tarsûsê çalekî kirin.
&- Li Tirkiyê tenê di meha mijdarê de herî kêm 29 jin hatin kuştin.