Nûçeya tecawîza li Kercewsê ku leşker, polîs û cerdevan jî di nav de ya 27 mêrên ku destavêtî zarokekê hate astengkirin.
Jin Newsê li navçeya Kercews a Êlihê derxistibû holê ku leşker, polîs û cerdevan jî di nav de 27 kesan destavêtiye zarokekê û 2 jin jî neçarî fuhûşê kirine.
Nûçegihana ku nûçe amadekirî ji aliyê polîsan ve hate tehdîtkirin, têkildarî tecawîzê jî nûçeya 5’ê Kanûnê ku bi sernavê ‘Li Kercewsê lêpirsîn tecawîzê: Çawîşê pispor, polîs û cerdevan 27 kes hene’ hatibû weşadin, hate astengkirin.
Biryar ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kercewsê ve hate girtin.