Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 7ê Kanûnê 2020 DUŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Grevên birçîbûnê yên dîlên azadiyê li dijî tecrîdê, li zîndanên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê dane destpêkirin, di roja 11an de ye.

&- Hatîce Arat a li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan tê ragirtin diyar kir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir zextên li ser wan jî zêde bûne Û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

&- Artêşa Tirk li Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyon da destpêkirin

&- Li Efrînê di encama çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrîn HREyê de 3 dagirker hatin kuştin.

&- Ji bo nûçeya ajansa Jinnewsê ya têkildarî bûyera êrişa tecawîzê ya sîstematîk a li dijî zarokekê li Kercewsê qewimî û di nav vê bûyerê de polîs, çawişên pispor û cerdevan jî hene, biryara astengkirinê hat dayin.