Hêzên HPC JIN têkildarî dagirkeriya li Eyn Îsa û Şengalê gotin: “Heta dawî em ê li ber xwe bidin, terka axa xwe nakin”, nerazîbûn nîşanî bêdengiyê jî da.
Berpirsa HPC JIN a bajarokê Çelebî ya Kobanê Maa Îsa bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a li Kurdistanê û got: “Em HPC JIN êrîşên dewleta Tirk a li Eyn Îsayê şermezar dikin. Li Eyn Îsa nûqteyên leşkerî yên hêzên Rûs û Rejîmê hene. Hêzên Rûsya û Sûriyeyê li ber van êrîşan bêdeng in. 5’ê Kanûnê saet derdorî 15:00’an dest bi obus û hewanan êrîş kirin heta saet 23:00’ê dewam kir. Bi giştî nêzî 150 hewan û obus li jîngehên welatiyan ketin. Ji van 5 neteqiyan.”
‘ŞERVAN ZAROKÊN ME NE’
Îsa destnîşan kir ku di encama topbarana li ser Eyn Îsayê de gelek malên sivîlan hilweşiya û wiha pêde çû: “Di encama vê êrîşa bi hewan û obusan de ku du zarokên li ber derê xwe dilîstin jiyana xwe ji dest dan, 2 zarok jî birîndar bûn. Em ê li dijî her cûre êrîşan xaka xwe naterikînin û têkoşîna xwe bidomînin. Her çiqas dewleta Tirk malên me bidin ber topan jî em ê mala xwe axa xwe neterikînin. Şervanên YPJ, YPG û QSD’ê yên ji bo ewlekariya gel û parastina vê xakê têkoşînê dikin zarokên me ne. Li ber vê bêdengiyeke ya raya giştî heye. Divê hemû mirovahî bûyerên li ser xaka me diqewimin bibînin.
‘DIVÊ TU KES BÊDENG NEMÎNIN’
Ji rêveberên HPC Jin ên Eyn Îsa û Sirînê Bihar jî ev got: “Hişmendiyên dagirker û qirker dixwazin sûdê ji vî şerî bigirin, li ber bûyerên gelê me sê meymûniyê dilîzin. Li vir sûcê dij mirovahiyê tê kirin. Dayik, zarok bi kinahî gelê me tê qetilkirin. Li ser xaka me polîtîkayên qirêj tên lîstin. Li ser Eyn Îsa û Şengalê lihevkirin pêk tên. Vîna gel tine tê hesibandin. Vî gelî hêza xwepastin, komun û meclîs bi keda xwe avakirin. Ji bo bidestxistina van destkeftiyan berdêl dan. Em van îtifaqên li piştperdeyan hatiye kirin qebûl nakin. Divê mirovahî li ber bûyerên rû didin bêdeng nemînin. Em jî hêzên HPC JIN heta dilopa xwîna xwe ya dawî gelê xwe biparêzin