Çalakiya ku gelê Şengalê bi armanca piştevaniya bi Asayîşa Êzidxanê re daye destpêkirin, di roja 9’emîn de bi tevlîbûna komên nû didome.
Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştevaniya bi Asayîşa Êzidxanê re, 2’yê Kanûna 2020’an li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedabû.
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in’ û ‘Asayîşa Me Rûmeta Me Ye’ hatiye destpêkirin û her roj ji aliyê komek nû ve tê birêvebirin, ket roja xwe ya 9’an.
Di roja 9’emîn de komên nû yên komelgehên Borik û Duhola çalakî dewr girt. Çalakî didome.