Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Koordînasyona Civaka Êzidiyan a li Ewropayê ji bo Mam Beşîr peyama sersaxiyê weşandin.
Konseya Rêveber a KNK’ê xemgîniya xwe ya ji ber wefata Mam Beşîr ragihand. Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr endamekî berê yê KNK’ê bû.
Di peyama sersaxiyê ya KNK’ê de hate gotin, “Birêz Mam Beşîr tevahiya jiyana xwe di nava karekî welatparêziyê de bû. 37 salan ji bo civaka Êzidî, ji bo şoreşa Kurdistanê bênavber xebitî.”
Di dewama peyamê de hate gotin, “Wefata Birêz Hasan Dûtar (Mam Beşîr) em gelekî êşandiye; em êşa malbata wî, dost û hevalên wî parve dikin. Bi vê wesîleyê ji gelê Kurdistanê, civaka Êzidî, xebatkarên şoreşê û malbata wî re sersaxiyê dixwazin.”
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê jî bi peyamekê ragihand ku wefata Mam Beşîr civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurdistanê gelekî êşandiye.
Di peyamê de hate gotin, “Beşîr ku cihê xwe di nava têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ’ê de girt, ji bo jinûve avakirina Şengalê jî xebitî û kedeke giranbuha da.
Ji bo statuya xweser û azad a Şengalê bi her awayî fedakarî kir.
Mam Beşîr sala 1956’an li Êlihê ji dayik bûbû û bavê 6 zarokan bû. Di salên 1970’î de li Elmanyayê bi cih bûbû.
Tevî Mam Zekî li xaka Şengalê vegeriya û ji bo parastina civaka Êzidî bi her awayî xebitî.
Her wiha sala 2003’an cihê xwe di nava avakirina tevgera TEVDA’yê de girt û bi rengekî çalak lê xebitî.
Di nava jiyan û têkoşîna xwe de ti carî xwe ji fedakariyê venegirt.
Bi navê KCDK-E’yê em sersaxiyê ji gelê xwe, civaka Êzidî û malbata wî re dixwazin. Em soz didin ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranînên Mam Beşîr derkevin.
Li bajarên Dûîsbûrg, Saarbrucken, Bremen, Celle, Bîelefeld, Berlîn, Gîssen, Emmerîch, Mannheîm û Aûrîchê wê Koordînasyona Êzidî çalakiyên bîranînê li dar bixe.
Hevserok û rêveberên KCDK-E û KON-MED’ê wê tevlî çalakiyên bîranînê bibin.”
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê jî soz da ku wê armancên Mam Beşîr bi cih bînin û bi berpirsyariya xwe rabin.
Koordînasyonê diyar kir ku dilsoziya bi armancên Beşîr û doza wî, azadkirina Êzidxan û Kurdistanê ye.
Koordînasyonê jî mîna KCDK-E’yê ji bo çalakiyên bîranînê yên li gelek bajarên Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.