PDK ber bi sînorê Rojava ve sewqiyateke giran a leşkerî dike. Gelek çekên giran li ser sînor hatine bicihkirin.

Piştî ku Nêçirvan Barzanî di 4’ê Îlonê de çû Enqereyê, PDK li seranserê sînorê Rojava dest bi çêkirina qereqolan û nuqteyên çavdêriyê kir û ji hingî ve hêzên xwe yên leşkerî li herêmê bi cih dike.

Hêzên PDK’ê ev hefteyeke sewqiyata xwe ya ber bi sînorê Rojava zêde kiriye û kozikan dikole.

Ev sewqiyat piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û daxuyaniyên Mesrûr Barzanî yên li dijî YPG’ê, dest pê kir.