Parlamentera Swêdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh bi wesîleya sersalê peyama piştgiriyê da wekîlên HDP’î yên dîlgirtî.
Parlamentera Sosyalîst a Serbixwe Amîneh Kakabaveh bi wesîleya sala nû name ji hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevşaredara berê ya Amedê Gulten Kişanak re şand ku dîlgirtî ne.
Kakabaveh bi bîr xist ku li nava sîstemeke demokratîk nabe ku parêzvanên mafên mirovan girtî bin û diyar kir ku rejîma AKP’ê dixwaze destketiyên gelê Kurd ên bi têkoşîna bi salan bi dest xistin, tune bike.
Kakabaveh di dewama nameyê de got, “Ez di wê baweriyê de me ku tu û hevrêyên te, li gel her tiştî jî di têkoşîna demokrasî, azadiya raman, destketiyên bingehîn ên jinan û gelê Kurd de mîna roja destpêkê bi biryar in.”
Kakabaveh ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku siyasetmedar û hevşaredarên HDP’î ne li girtîgehan lê belê divê li parlamentê û şaredariyan li ser wezîfeyên xwe bin.
Kakabaveh rewşa HDP’iyên dîlgirtî beriya çend mehan xistibû rojeva Parlamenta Swêdê û ji bo berdana wan xwestibû ku Swêd bikeve nava hewldanan.