Rê û rêbazên ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel li dijî krîza koronayê bi kar anî, dengê partiya wê CDU/CSU ji her demê bêhtir zêde kir.
Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ya Serokwezîr Angela Merkel û partiya hevalbend Partiya Yekîtiya Civakî ya Xiristiyan (CSU) sê hefte ne di anketan de bi rêk û pêk bi pêş ve diçin.
Qenalên televîzyonê RTL/N-TV bi rêya şîrketa Forsa’yê anketek çêkirin û pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bibe hûn ê dengê xwe bidin kê?” kirin. Ji sedî 37 ê beşdarên anketê gotin ku wê dengê xwe bidin CDU/CSU. Rêjeya dengê Partiya Keskan jî bi heman rengî zêde bû û bi rêjeya ji sedî 19 cihê xwe di rêza duyemîn de girt.
Hevparê koalîsyonê yê demokratên xiristiyan Partiya Sosyal Demokrat (SPD) di asta ji sedî 15 de ma. Rêjeya dengê Partiya Çep û partiya nijadperest a rastgir Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) di asta ji sedî 8 de ma. Partiya Demokratên Azad (FDP) jî ji sedî 6 bû.
Li gel anketa Forsayê, li gorî encamên anketên şîrketan ên sê hefteyên dawî, rêjeya dengê demokratên xiristiyan di navbera ji sedî 35 û 37’an de ye. Bi heman awayî rêjeya dengê Partiya Keskan jî ji sedî 15 heta 17’an tê guhertin.
BERIYA KORONAYÊ RÊJEYA DENGAN JI SEDÎ 26 BÛ
Beriya ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di 11’ê Adarê de ragihand ku sala 2020’î sala têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê ye, di anketan hemûyan de rêjeya dengê Demokratên Xiristiyan ên li desthilatdariyê ji sedî 26 bû. Dengê Partiya Keskan digihîşt heta ji sedî 24’an, yê SPD’ê ji sedî 15, yê Partiya Çep ji sedî 9 û yê AfD’ê jî ji sedî 11 bû. Bi vî rengî krîza koronayê dengê partiyên rastgir û çepgir kêm kir, dengê partiyên sîstemê yên li desthilatdariyê jî zêde kir.
CDU MEHA ÇÎLEYÊ LÎDERÊ XWE HILDIBIJÊRE
Piştî ku Wezîra Parastinê Annegret Kramp-Karrenbaûer meha Sibatê eşkere kir ku wê dest ji wezîfeya serokatiya giştî berde, ji hingî ve CDU’yê kir nekir lîderekî xwe nekarî hilbijêre. Ji ber krîza koronayê, kongreya partiyê ya CDU wê di 15’ê Çileya 2021’î de bi rengê onlîne bê lidarxistin.
Di kongreyê de ku wê du rojan dewam bike, pêşbirka serokatiya giştî wê di navbera Serokwezîrê Eyaleta Nordrheîn Westfalenê (NRW) Armîn Laschet, serokê berê yê komê Frîedrîch Merz û pisporê karên derve yê partiyê Norbert Rottgen de pêk were. Serketina ku CDU di hilbijartinên meha Îlonê de li Eyaleta NRW’ê bi dest xist, destê Laschet xurt kir.
Serokwezîr Angela Merkel piştî hilbijartinên federal ên sala 2017’an eşkere kiribû ku wê careke din nebe namzeta serokwezîrtiyê û di sala 2018’an de jî dest ji wezîfeya serokatiya giştî ya partiyê berda bû. Hilbijartinên giştî Yên li Elmanyayê wê di 26’ê Îlona 2021’ê de pêk were.