Piştî ku li Qraliyeta Yekbûyî vîrûsa korona ya ku mûtasyon derbas kir hate tespîtkirin, gelek welatan seferên balafiran betal kir.
Şêwirmendê zanistiyê yê hikumeta Îngiliz Patrîck Vallance roja Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku varyanteke nû ya vîrûsa Sars-CoV-2 ji yên beriya xwe gelekî zêdetir belav dibe.
Hate ragihandin ku ev cûreyê nû yê vîrûsê bûye sedem ku di meha Kanûnê de gelek kes nexweş bikevin û neçar bimînin li nexweşxaneyê bên dermankirin.
Li gorî şêwirmendê zanistiyê, cûreyê vîrûsê yê mûtasyon derbas kiriye di nava meha Îlonê de li Londonê û bajarê Kent ê li başûrê rojava yê welêt hatiye dîtin.
Doktorê sereke yê Îngilistanê Chrîs Whîtty jî diyar kir ku ev cûreyê nû yê vîrûsê “hîn zû belav dibe.”
DI ASTA JI SEDÎ 70’Î DE BÊHTIR BELAV DIBE
Chrîs Whîtty anî ziman ku vîrûsa koronayê ya nû di asteke bilind de kujer e, têkildarî bandora xwe ya li derziyê û tedawiyê hîn nehatiye tespîtkirin, lê belê di vê mijarê de bi lezgînî kar tê kirin.
Scîence Medîa Centreyê jî cih da nêrînên îmmunolog Peter Openshaw ê li Împerîal College Londonê. Openshaw diyar kir ku agahiyên li ser tîpa nû ya vîrûsê “cihê gelek fikaran e” û anî ziman ku di asta ji sedî 40 heta 70’î belav dibe.
Ji London School of Hygiene & Tropical Medicine jî profesor John Edmunds got, “Agahiyeke gelekî nebaş”. Edmunds û got, “Hate dîtin ku ev vîrûs li gorî yên beriya xwe hîn bi berfirehî belav dibe.”
LI GORÎ PISPORÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ DERZÎ LI DIJÎ VARYANTA NÛ JÎ BI BANDOR E!
Pisporên Yekîtiya Ewropayê jî îdîa kirin ku derziya li dijî vîrûsa koronayê hatiye amadekirin hîn jî bi bandor e.
Wezîrê Tenduristiyê yê Elmanyayê Jens Spahn ku serokê demkî yê Yekîtiya Ewropayê ye ji qenala cemaweriyê ya Elman ZDF re axivî û got, “Li gorî agahiyên me û yên pisporên rayedar ên Ewropî, vîrûsa nû li ser derziyên hatine çêkirin ti bandoreke xwe nîne.”