Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 21ê Kanûnê 2020 DUŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.
&- Serlêdana Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê, ji hêla Rayedarên Dewleta Tirk ve bêbersiv hate hîştin û hevdîtina parezeran ya bi Rêber Ocalan re hate asteng kirin.
&- Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bang li raya giştî kir ku divê ev tenê bi girtîgehan bi sînor nemîne, divê hemû hêzên demokrasiyê piştgirî bidin.”
&- Yek ji Fermandarên HPGê Rizgar Êrsî got, di êrîşên li dijî gerîlla de pêşmergeyên roj û çeteyên din tên bikaranîn, lê gerîlla gelekî xûrt e.
&- Li gorî danayên Rêxistina Jinên Efrînê yên Winda li Efrînê ji sala 2018an û vir ve zêdetir ji dused jinan hatine revandin.
&- Ji fermandarên QSD’ê Ziyad Heleb destnîşan kir ku wan êrişên dagirkeran ên li ser gundewarên Eyn Îsayê şikandine û got; Berxwedana şervanan bi rihê serkeftinê berdewam e.
&- Dadgeriya faşît a Tirk îro 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven birî û biryara girtina wê da.