Li Edeneyê ji kesên ku di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 3 kes hatin girtin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de ku 16’ê Kanûnê bi destê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê hate meşandin, 5 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Edliyeya Edeneyê.
5 kesên ku îfadeya wan hate girtin bi îdîaya “endametiya rêxistinê” ji bo girtinê radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Edeneyê hatin kirin. 2 ji wan bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 3 kes jî hatin girtin.