Endama MYK a KESK’ê Elîf Çûhadar destnîşan kir ku divê li dijî rejîma zextê ya desthilatê pêwîstî bi rêxistinkirina karker û kedkaran heye û got: “Dixwazin bi polîtîkayên zextê yên bi rejîma yek kesî faşîzmê ava bikin.”
Endama MYK a Konferderasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ElîF Çûhader bal kişand ku bûdceya 2021’an a li Desteya Giştî ya Meclîsê bi 316 dengên erê û 193’ê dengên na hate erêkirin, bûceya ji bo Serokkomariyê ye. Çûhadar rexne li mûçeya kêmane ya ku TUÎK’ê ya 2 hezar û 792.10 lîra ragihand kir.
Elîf Çûhadar anî ziman ku bûdceya 2021’ê ne bûdceya gel e, budce yek alî hatiye amadekirin û got: “Bûcdeya 2021’ê bûdceya Serokomar û hevkarên wî ne. Yek kes diyar dike ku li kûderê bê mezaxtin.”
Çûhadar diyar kir ku ew li welatekê welê ne ku bêkarî û hejar pir zêde bûye, her ji du kesan yek kes bi mûçeyê kêmane debara xwe dike, her ji 6 kesa kesek jêrî mûçeyê kêmane kar dike û got: “Ev bûcde ne bûdceya me ye.”
Çûhadar diyar kir ku mûçeyê kêmane bûye heqê debara welatiyên vî welatî û got: “Ji bo me pêvajoya diyarkirina mûçeyê kêmane xwedî wate ye. Daneyên TUÎK’ê jêra sînorên birsîbûnê ye. Daneyên TUÎK’ê û daxuyaniyên wê di nava civakê de rê li ber bêbaweriyê vedike. Bi mûçeyê kêmane yê hatî diyarkirin ji bo kesekê hatiye diyarkirin, lê bi mûçeyê kêmane malbatek tê xwedîkirin.”
Endama MYK a KESK’ê Elîf Çûhadar daxuyakirin ku wê sala 2021’ê ji bo karker û kedkaran saleke zehmet derbas bibe û wiha domand: “Rejîma yek kesî, bi qanûnên derdixe, bi nenaskirina hiqûqê bi polîtîkayên zextê re dixwaze faşîzmê ava bike. Krîza aborî ya heyî, bi pandemiyê re kûrtir bû. Rêya ji vê rizgarbûnê karker û kedkar xwe bi rêxistin bikin û ketina têkoşînê ye.
Sendîka divê vê têkoşîn û hewldanên xwe vegerînin têkoşîneke rêxistinkirî, têkoşîna hemû refa karker û kedkarên cemaweriyê û rêxistinên demokrasiyê bike yek pêvajoyek bide destpêkirin. Hem li dijî zextên rejîma desthilatê û hem jî paşvexistina hiqûqê pêvajoyê birêxistin bikin. Em ê li gel sendîkayên endamên girêdayî xwe daxwazên karker û kekdaran bikin yek, her ku di vê pêvajoyê de mûdaxele nekin êrîş û zext nayên têkbirin.”