Parêzer Emran Emekçî bal kişand ser sala 2024’an ku 25 salên dîlgirtî yên Ocalan diqede û destnîşan kir ku rojev ne tenê rakirina tecrîdê, her wiha divê azadiya Ocalan be.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve nikarin muwekîlê xwe bibîne Emran Emekçî li ser tecrîda li Îmraliyê ku bi rêk û pêk bûye û greva birçîbûnê ji ANF’ê re axivî.
Emekçî anî ziman ku ew tecrîda li Îmraliyê weke qadeke polîtîk dibînin û destnîşan kir ku ev sîstem modeleke DYE’yê ye û beriya Girtîgeha Gûantanamoyê li Îmraliyê hate ceribandin. Emekçî diyar kir ku armanc ji tecrîd û zexta vê sîstemê şikandina îradeya muxalîf e.
‘TECRÎD ŞÊWEYEKÎ ÎDAMA POSTMODERN E’
Emekçî destnîşan kir ku di nava 21 salî de kirin nekirin ev hewldana xwe bi ser nexistin û anî ziman ku berevajî vê yekê, xeta demokratîk û azadîparêz a ku muwekîlê wan Ocalan temsîla wê dike, hîn xurtir bû û û bû xwedî pênaseyeke bi hêz a îdeolojîk.
Parêzer Emekçî ragihand, ji ber ku nekarîn îradeya muwekîlê wan teslîm bigirin, niha tecrîdê girantir dikin û destnîşan kir ku ev yek şêweyekî îdama postmoder ne.
‘TECRÎD BI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BI DAWÎ NABE’
Emekçî bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li girtîgehan ji bo rakirina tecrîdê tê meşandin û anî ziman ku tecrîd pirsgirêkeke sîstemî ye, lewma bi grevên birçîbûnê bi dawî nabe. Emekçî got, “Di greva birçîbûnê ya salên 2018-2019’an de ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate kirin, mîna ku Birêz Ocalan anî ziman ku tecrîd bi greva birçîbûnê bi dawî nabe. Tecrîd ku sîstemî ye, tenê bi bicihanîna wezîfeyên polîtîk, bi rêxistinbûna bi milyonan kesî, bi misogerkirina feraset û çanda demokratîk a li tevahiya welêt dikare bi dawî bibe. Bi desthilatdariya rêya sêyemîn, bi desthilatdariya HDP’ê û bloka demokrasiyê dikare ji holê bê rakirin. Ji xwe zîhniyeta heyî ya desthilatdariyê tenê bi tecrîdê dikare hebûna xwe bidomîne.”
‘TECRÎD LI HER QADA JIYANÊ BELAV BÛ’
Parêzer Emekçî destnîşan kir ku di rewşa heyî de sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê niha li girtîgehan hemûyan û li her qada jiyanê belav bûye û diyar kir ku ev tecrîda topyekûn bi rêxistinkirina bloka demokrasiyê dikare ji holê bê rakirin.
‘DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN, BÊ AZADKIRIN’
Emekçî diyar kir ku li gel astengiyan hemûyan jî ew têkoşîna hiqûqî dewam dikin, raporên ku amade kirine pêşkêşî CPT kirine, di heman demê de hewldanên xwe yên têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014’an a li ser Ocalan dewam dikin.
Emekçî biryara DMME’yê bi bîr xist û got, “Hûn jî zanin ku DMME’yê di biryara xwe ya 2014’an de diyar kir ku herî zêde 25 sal ceza dikare li Birêz Ocalan bê birîn. Sala 2024’an 25 sal tijî dibe. Em li Komîteya Wezîran bi daxwaz û raporan hewl didin vî karî hîn bi lez bidin kirin, lê belê tevî ku 6 sal di ser re derbas bûn, ji bo bicihanîna vê biryara DMME’yê mixabin biryareke pêşniyarê jî nehate dayin. Rastiyeke bi vî rengî ya Ewropayê ya mijûlkirinê heye. Yanî divê ne tenê tecrîd, her wiha azadiya wî jî bibe rojev; divê tecrîd bê bidawîkirin, bê azadkirin.”