Di çarçoveya kampanya “Dema azadiyê” de çalakî dewam dikin.

Li bajarê Pertê yê Awûstralyayê, bi çalakiyekê işaret bi tecrîdê hate kirin.

Bi organîzeya DKTF û DKTM’ê balafirekê bi pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” du saetan li ser herêmên herî qelebalix ên bajêr firiya.

Komîteya amadekar a çalakiyê ragihand ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê karê xwe dewam bikin.