Desthilatdariya AKP-MHP’ê mûçeyê kêmtirîn ê ji bos ala 2021’ê weke 2 hezar û 825 TL diyar kir.

Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn, ji bo diyarkirina mûçeyê kêmtirîn ê sala 2021’ê civîna xwe ya dawî li dar xist. Li gorî vê yekê 3 hezar û 577 lîre û 50 quriş brut, 2 hezar û 825 lîre û 90 quriş jî net weke mûçeyê kêmtirîn diyar kir.

Turk-Îşê jî nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û got, “Em li hemberî vê biryara hikumetê û patronan e û em tevlî nabin.”