Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê esnaf û welatiyên Kurd li dijî bûyerên 16’ê Comtehê dest bi grevê kirin û dikan nehatin vekirin.

Îro yekemîn salvegera 16’ê Cotmehê ku artêşa Iraqê û Heşdî Şehbî di sala 2017’an de mudaxeleyî Kerkuk, Xurmatu, Daquq, Hewice, Şengal, Mexmur kir û kontrola wan ji Pêşmergeyan girt. Di vê çarçoveyê de li navçeya Xurmatû ya Selahedînê esnaf û welatiyên Kurd li dijî bûyerên 16’ê Comtehê dest bi greva giştî kirin. Herwiha dikan nehatin vekirin û li navçeyê bêdengî heye.

Di 16’ê Cotmehê ku artêşa Iraqê û Heşdî Şehbî di sala 2017’an de mudaxeleyî Kerkuk, Xurmatu, Daquq, Hewice, Şengal, Mexmur kir û kontrola wan ji Pêşmergeyan girt. Di şer û aloziyên derketîn de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha bi hezaran Kurd koçberî bajarên Herêma Kurdistanê bûn û malên wan hatin wêran kirin. Tevî ku salek li ser bûyeran re derbas bû, jî hîn gelek koçber nevegeriyane li ser warên xwe.