Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Efrînê 5 sivîlên din revandin.

Li gorî çavkaniyên li navçeya Mabatayê, çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Cebhe El Şamiye, li gundê Mîrkanê 5 gundî revandin ku yek ji wan jin e.

Hate ragihandin ku kesên hatine revandin Mihemed Reşad Xelîl Norî (Mamo), Sefqan Ehmed Mustafa, Ebdo Kênc Xemîs û Ebdulqadir Weo ne.

Ji gundê Korzêlê jî çavkaniyekî ragihand ku çeteyan kesê bi navê Seleh Şikrî Ebdo jî revandine.

Aqûbeta kesên hatine revandin nayê zanîn.