Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 30ê Kanûn 2020 CARSEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Parêzer Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku Ocalan ne bi prosedurên hiqûqî wê bi têkoşîneke topyekûn azad bibe û got: “Tekane çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi rakirina tecrîda mutleq e.”
&- Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad diyar kir ku di teoriya azadiyê ya jinê de lêgerîneke nû ya radîkal, lêpirsîneke îdeolojîk heye.
&- Balafirên artêşa Tirk a dagirker ve sibehê Geliyê Pîra ya dikeve Herêma Barzan bombebaran kirin.
&- Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik, got, di nava 11 mehan de 110 çalakiyên xweser lidar xist. Di encama şer û çalakiyan de 3 kontra û 316 leşkerên Tirk hatin kuştin, 28 jî birîndar bûn.
&- Li bajarê Ezazê û bajarokê Soran ê girêdayî Ezazê vê sibê 2 teqîn pêk hatin, di encamê de serçeteyekî Cebhe El-Şamiye birîndar bû.