Raportora Tirkiye ya Parlamentoya Ewropa (PE) Katî Pîrî û heyeta pê re li Meclîsê çûn serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen û Parlamentera HDP’ê ya Batmanê Feleknas Ûca heyeta PE pêşwazî kirin.

Bûldan ji ber serdanê spasiya heyeta PE’yê kir û got: “Em ji ber ziyareta we gelek kêfxweş bûn. Bi taybetî di serdemek wiha ku zext li ser HDP’ê zêde bûne, vê ziyareta hêja em kêfxweş kir û ev serdan ji bo me gelekî girîng e.”

Pîrî jî wiha got; “Kengê em werin Tirkiyeyê partiyên muxalefetê ziyaret dikin. HDP’ê jî di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi ser ket û hebûna wê ya li Meclîsê me kêfxweş dike.”

Hevdîtina heyeta PE û HDP’ê didome û ji çapemeniyê re girtiye.