Şervanên QSD‘ê Merwan Ebdulrehman (Harûn), Îbrahîm El-Cewher (Xebat Hesekê), Ebdulletîf El-Nezal (Harûn Hesekê), Nesir Feyad (Egît) û Fadil Reşîd (Rizgar Hesekê) di şerê qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn.
Cenazeyê şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ji aliyê hezaran kesî ve li gel bersizkirina dirûşmeya hatin pêşwazîkirin.
Merasîmê oxirkirinê bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û turaneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ, YPG û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.
Bi navê Desteya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî, li ser navê hêzên leşkerî ji fermandarên QSD‘ê Ciwan Hesekê û bi navê Meclisa Kantona Hesekê Hevserokê ji rêveberên meclisê Abdulxenî Dawê axivîn.
Axaftinan sersaxî ji amlbatên şehîdan re xwestin û berxwedana şervanan a li hemberî terorê silav kirin. Her wiha soza şopandina xeta şehîdan dan.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Şervanên derbestên hevalên xwe di nava dirûşmeyan de veşartin.