Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil ji ajansa re axivî û destnîşan kir ku dê dewriyeyên hevbeş li ser xeta sînor a di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û herêmên ji aliyê artêş Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, li bakurê çemê Sacûrê yê Cerablusê pêk werin.
Ebû Adil destnîşan kir ku hêzên Koalîsyona Navdewletî bi hêzên Tirk re perwerdeyên hevbeş dibînin ji bo dewriyeyên hevbeş bi rêve bibin.
Ebû Adil bersiva gefên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje Meclisa Leşkerî ya Minbicê “Xendeqan li Minbicê dikole” da û ev tişt anî ziman:”Mafê me yê xwezayî heye ku bi hemû derfetan ewlehiya bajarê xwe biparêzin.”
Ebû Adil her wiha bi bîr xist ku dewleta Tirk dîwar li ser sînor lêkiriye û got ev yek niyeta wê ya xirab diyar dike.
Ebû Adil di nava axaftina xwe de bal kişand li ser ewlehiya bajarê Minbicê û wiha pê de çû: “Armanî û ewlehiya li bajarê Minbicê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de wekî Bab, Ezaz û Cerablusê nayê dîtin, li van herêman rojane dizî, talankirin û teqîn pêk tên.”
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi destekdayîna QSD`ê Minbic sala 2016`an ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Êdî ji wê rojê û şûnda xelkê Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe herêma xwe birêve dibin. Her wiha bi saya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ewlehî û aramî li Minbicê serwer bûye. Dewleta Tirk a dagirker bi gefxwarinên li dijî Minbicê hewl dide, ewlehiya wê herêmê xerab bike.