Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 7ê Çile 2021 PÊNCŞEM
Li Brûkselê seat 16:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Komîteya Rêveber a PKK’ê, di salvegera 8emîn a komkûjiya Parîsê de daxûyaniyek da û got, gûleya li 3 jinan hatiye xistin, di şexsê wan de li azadiya jinê hatiye xistin.

&- PAJK’ê Komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kir û got: Hilanîna tola hevrê Sara armanca bingehîn a PAJK’ê ye; ev jî bi azadiya jinan hemûyan dikare bê hilanîn.”

&- Kurdistaniyên li Elmanya jî, doh, ji bo bîranîna 3 jinên Kurd yên şoreşger, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li ser piyan bûn.

&- Milîsên Bargiran Erkendî yên Komîteya Kurdistanê ya HBDHê maşîneyeke kar a Şaredariya Sûrê ya hatiye dagirkirin şewitand.

&- Rojnamevan Zeryan Rêwan, bi nûçeşîroveyekê dîtinên Gerilla Bawer Erûh ya li ser jinelojî derdixe pêş û dibêje: Jiyana nû bi jinelojiyê ava dibe.