Polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîş birin ser daxuyaniya têkilî yekîtiya neteweyî ya Kurd ku DBP’ê dixwest li Wanê bide.

Polîsên Tirk bi ava jidiyayî û bombeyên gazê êrîş birin ser daxuyaniya çapemeniyê, ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dixwest bi dirûşma, ”Niha dema yekîtiya neteweyî û azadiyê” li Parka Feqiyê Teyran a Wanê bike.

Hê berê sibehê polîsan parka ku wê daxuyanî lê bihata dayin dorpêç kirin. Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û gelek parlamenterên HDP’ê ji bo daxuyaniyê hatin parkê. Polîsên Tirk bi dehan wesayitên zirxî park dorpêç kirin û piştî bi demekê nehiştin ku kes bikev parkê û ji parkê derkeve.

Li gel terora polîsên Tirk jî gelek endamên partiyê û gel li kuçeyan sekinî, bi dirûşmeyan dibêjin, ”Zext nikarin me çavtirsandî bikin”, ”Bê Serok jiyan nabe”, ”Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan.” Her ku çû girseya çalakger zêdetir bû û rageşiya navbeyna girseyê û polîsan zêde bû. Piştî ku polîsan nehişt ku daxuyanî li parkê were dayin HDP’yî û bi hezaran kes ber bi avahiya Rêxistina Navçeya Rêya Armûşê ve dest bi meşê kirin.

Gel bi dirûşmeyan meşiya, polîsên Tirk li Pêncrêyê bi bombeyên gazê û ava jidiyayî êrîş bire ser gel. Gel bi dirûşmeyan bersiv da êrîşan û piştî demekê gel hate ber avahiya partiyê.
Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk li vir daxuyaniyekê dide.