Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13ê Çile 2021 ÇARŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Sê rêxistinên din, ELDH, Nîw World Summit û Ay-Î-Dî-El jî tevlî kampanya “ji bo Azadiya Ocalan” bûn.

&- Liv û tevgera leşkerî ya li Lîceyê berdewam dike, li herêmên navçeyên Sêrt Perwarî, Xane Hewêl, Dêh yên weke herêma Herekol, Çiyayên Çaçî û Çiravê û dîsa li 10 gund û mezrayên Betlîsê qedexeya derketina derve hate îlankirin. Li herêma Tendûrekê, Betlîs û Colemêrgê jî tevgera leşkerî hate destpêkirin.

&- Girtiyên li Girtîgeha Gumuşhaneyê gotin: Ti ewlehiya me tuneye û jiyana me di xetereyê de ye û banga bihîstiyariyê li raya gîştî kirin

&- Ji fermandarên HPG’ê Baran Farqîn diyar kir ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên di greva birçîbûnê de, , moraleke mezin didin gel û gerîla.

&- Niştecihê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî-Mexmurê Metîn Dawud, di girtîgeha PDKê de jiyana xwe ji dest da.

&- Konseya Rêveber ya KNK’ê, bang li saziyên mafên mirovan yên navnetewî kir ku bi awayek lezgîn li rewşa kesên ku di rojên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin bipirsin.